KURDÎ

  • Navên Kurdî ji Efrînê têne rahiştin
    17 | 2018-08-07



    Jêdereke ji nava bajarê Efrînê ji Rê Fm re ragihand ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar, bi alîkariya encûmena xwecihî li Efrînê, navên      çerxerêyên Kawayê Hesinkar û Newroz û Wetenî guhartine

    Heman jêderê got ku navê çerxerêya Kawa kirine ʺŞehîdên 18'ê Adara 2018'anʺ, ya Wetenî bi ʺŞaxê Zeytûnêʺ hate binavkirin û navê çerxereya Newrozê bûye ʺSelehedînʺ

    Navên van çerxerêyan bi zimanên Erebî û Kurdî tev alên Tirkiyê û artêşa azad hatin daliqandin

  • Mistefa Balî ji Rê Fm re: Em ji bo alîkariya hemû sivîlên Sûriyê yên di destê DAIŞê de amade ne
    17 | 2018-08-07


    Berdevkê QSDê Mustefa Balî ragihand  ku ew ji bo serbestberdana tevahî  girtiyên Sûrî, ne tenê girtiyên Siwêdayê amede ne
    Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya  Demokratîk ragihandibû ku ji bo serbestberdana  sivîlên Siwêdayê, ew amede ne ku alîkariyê bikin

    Berdevkê QSDê Mustefa Balî ji Rê Fm re got: '' Ev nasnameya  exlaqî ya hêzên me dide xuyakirin, li hember revandina sivîlên Sûriyê ji hêla terorîstan ve.''

    Her wiha Balî diyar kir: '' Hêza me tekez kiribû ku her aliyê dikare danûstandina bi rêxistina Terorê re, ji bo veguhertina revandiyên Sûrî,  bikin 

     Em jî ne tenê ji bo revandiyên Siwêdayê, lê ji bo tevahî Sûriyên hatine ravandin bi tevahî pêkhateyên wê ve,  em amede neʺ
           Ev daxuyanî hat piştî kuştina ciwanekî 19 salî ku çekdarên DAİŞê ew di 25'ê Tîrmehê de ji gundekî Siwêdayî revandibûn
  • Daxuyaniya civata bi navê (Kongira xelaskirina Efrînê) berî belavkirinê hatibû guherandin
    17 | 2018-08-07


    Reşnivîsa daxuyaniya (Kongira xelaskirina Efrînê) ya ku bi dest hatibû nivîsandin û pesendkirin li ser medyaya civakî belav bû û çalakvan 
    dibêjin ku ew ji nusxeya hatiye belavkirin cuda ye

    Endamê komîteya rêveber a desteya yasayî ya Kurd,  Hisên Naso ji Rê Fm re got: ʺBendên pêşî ku ji aliyê komîteya amadekar ve ji bo imzekirina beşdaran hate pêşkêşkirin, xalên pir xerab hildigirtin ku xizmeta dewleta dagirker a Tirkiyê bike û di nav de vexwendina artêşa Tirkiyê ku herêma Şehbayê jî dagir bikeʺ

    Li gorî parêzer Naso dibêje, ji ber ku ew bend ji aliyê beşdaran ve nehatin erêkirin, daxuyaniyeke din bi xeta dest hate nivîsandin û berî çapkirinê, endamekî kongireyê daxuyanî (ya bi xeta dest) li ser rûpela xwe weşand

    Naso dibêje: "Paşê serokê komîteya kongirê li ser rûpela xwe nusxeya din belav kir û li vir cudahî xuya kir ku çi xala ku li ser kurdîtiya Efrînê tekez dike, hatiye rahiştin an guherandin"


    Tê zanîn ku di 4ê Tîrmeha borî de, li bajarê Bon ê Almanyayê civata bi navê (Kongira xelaskirina Efrînê) lidar ketibû ku kesên beşdar ji tek aliyekî  siyasî  bûn


  • Şandeke ENKS'ê serdana Îmarata Erebî dike
    17 | 2018-08-07


    Piştî serdana Erebistana Siûdî, Şandeya Encûmena Niştimanî  ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro sêşemê, serdana Îmarata Erebî dike

    :Serokê  Encûmena  xwecihî yê  ENKS'ê li Amûdê  Ebdilwehab Kurimî  ji Rê Fm re got 
    ''Roleke girîng a Erebistana  Siûdî  û Îmarata Erebî  di sazkirina  pêşeroja Sûriyê de heye, her du welat jî  li dijî Daişê  piştgiriya 
    hevpeymaniya navdewletî dikin''
     
    Ebdilwehab  Kurimî di berdewamiya axaftina xwe de got: ''ENKSê hewil dide Erebistana Siûdî bide bawerkirin  ku  li ser oposizyona Sûriyê zextê bike, bo doza kurdî derbasî destûra Sûriyê ya pêşerojê bibe û mafên Kurdan di destûrê de werin çespandin.''

    Şandeya ku diçe Îmaratê ji serokê ENKSê Siûd Mele, Berpirsê peywendiyên derve Kamîran Haco, Ibrahîm Biro û Hewas Egîd pêk tê
  • Depoyeke cebilxaneyên DAIŞê li Girê Sipî hate dîtin
    17 | 2018-08-06


    Duh li gundewarê Girê Spî, hêzên asayîşê bargeheke çek û cebilxaneyan kifş kir ku vedigere dema dagirkirina rêxistina DAIŞê ji wê herêm 
    re

    Çapemeniya asyîşa Rojava got ku agahdariyek giha wan derbarê dîtina guleyên vala yên curecur li ber avahiyeke vala, û piştî lêkolînan hate naskirin ku ew cih depoyeke cebilxaneyên DAIŞê bû.

    Asayîşê zelal kir ku di vê bargehê de, 60 mûşek û bumbe hatine dîtin, her wiha deh mûşekên tankan û 50 guleyên hawinan.

    Tîmeke asayîşê ya pispor bi rakirina şûnmayên cengan, ew çek û teqemenî birin devereke bi ewle, da ku zanibin çi bikin ji wan.


  • QSD amade ye girtiyên DAIŞ‘ê bi sivîlên Suweydayê re veguhêre
    17 | 2018-08-06


    Fermandariya gitşî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku ew amade ne çekdarên DAIŞ‘ê yên dîlgirtî bi sivîlên Suweydayê re veguhêrin

    :Di daxuyaniya fermandariya giştî ya QSD‘ê  de hate gotin
    ''Em weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk,  amade ne girtiyên DAIŞ‘ê yên li gel hêzên me, bi sivîlên Suweydayê re yên ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine
     revandin pev biguherin, da ku kesên revandî li malbatên xwe vegerin

    Daxuyaniya QSD'ê hat,  piştî kuştina ciwanekî 19 salî ku çekdarên DAIŞ'ê weke rehîne di 25'ê Tîrmehê de ji gundekî Siwêdayî revandibûn
  • MSD: Em li dijî tevlîkirina zarokan di nav refên şervanan de disekinin
    17 | 2018-08-06


    .Meclisa Sûryeya Demukratîk bersiva daxuyaniya (Human Rights Watch) derbarê tevlîkirina zarokan di nav refên YPG de da         

    MSDê di daxuyaniya xwe de, got ku rêkeftinên mafên zarokan dikevin nav prensîpên bingehîn ên damezirandina meclisa Sûryey 
    .Demukratîk de, ji ber wê, MSDê li dijî tevlîkirina zarokan di nav refên şervanan de disekine

    Desteya cîbicîkar a MSDê got ku rapora bîroya Beyrûtê ya (Human Rights Watch) hin zêdegaviyên ferdî anîne ziman ku nagihêjin asta ku MSDê weke rêbaz û Stratîcî vê yekê bikar tîne

    Derbarê zarokên ku rapora rêxistina navdewletî ragihandiye ku ew ji kampên Bakurê Sûriyê tevlî YPGê bûne, MSDê got ku dê lêkolîn vebin û eger ev bûyer rast derkevin, dê zarok li malbatên wan werin vegerandin û kesên gunehkar werin sezakirin


  • Malpera RÊ Fm kete kar de û nêzîk weşana radyoyê dest pê dike
    17 | 2018-08-05

     Îro yekşemê 5'ê Tebaxa 2018'an,  bi kadirekî pispor û toreyeke nûçegihanan ku li pirniya herêmên Bakurê Sûriyê belav dibinin, Malpera RÊ_FM dest bi waşanê kir . 
    Malbera RÊ_FM, malpereke Sûrî serbixwe ye, ku di pêşkêşkirina mijarên civakî, xizmetguzarî, çandî û siyasî de, nêrîneke nû hildigire , û navenda wê li bajarê Qamişlo ye 
    Weşana RÊ_FM bi zimanên herêmê ye, û bi taybet, Kurdî û Erebî ye, her wiha amedekariyên destpêkirina weşana Radyoya RÊ_FM jî têne kirin .
    Destpêkirina Rê Fm li karmend û şopîneran pîroz be