KURDÎ

  • QSDê jêdera diravî ya petrolê ji dest DAIŞê derxist
    17 | 2018-08-11

    Hêzên Sûryeya Demukratîk û Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê, çolistana Dêrezorê bi tevahî rizgar kirin û di encamê de jêdera diravî ya petrolê ku digiha Daişê hate qutkirin

    Berdevka fermî ya operasyona Xezeba Feratê Lîlewa El Ebdellah ji Rê Fm re ragihand:(Ev rizgarkirin bi hevrêzî bi hêzên Iraqî re pêk hat ku bi rêya odeyên hevbeş yên çalakiyan, tevahiya biyabana Sûriyê ji destê çekdarên terorê derket)

    ElEbdellah zeviyên petrolê yên li wê herêmê got: (Ewlehiya tevahiya bîrên petrolê hate dabînkirin piştî ku ev bîr di salên borî de bûbûn jêdereke diravî ya sereke di destê rêxistina DAIŞê de)

  • li cizîrê 30 mamosteyên kurdî hatin cezakirin
    17 | 2018-08-09

    Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê mamosteyên ku zarokên xwe dişandin dibistanên hikûmeta Sûriyê ji kar dûr xistin.
    Endama Komîteya Rêveberina Dibistanên Kurdî Jiyan ji Rê FM re ragihand ku berya niha hişyarî ji bo wan mamosteyan hatibû dan, lê ew bi rêziknameya xwe pabend nebûn ku divê baweriya wan bi karê wan di ber ziman de hebe.

    Jiyan ku rêveberiya peymangehên zimanê Kurdî jî dike, ji me re zelal kir ku derdora 30 mamoste ji kar hatine dûrxistin û got: (Rexne û gilî ji me re dihatin derbarê mamosteyên ku zarokên xwe dişînin dibistanên rêjîmê, xelkê digot eger baweriya wan bi karê wan nebe, dê çawa mamostetiya zarokên me bikin).

    Li ser rewşa heman mamosteyan, Endama KRDê berdewam kir: (Em dixwazin pirsgirêk çareser bibin, ne ber bi kêşeyekê ve herin, Em dema berê bi wan re li ser vê mijarê axivîbûn, niha jî ne şaş e ku derfet were dayîn).
  • Şervanên YPGê şeş çekdarên Tirkiyê kuştin û deh birîndar kirin
    17 | 2018-08-09


    Navenda ragihandin û çapemeniya YPG ragihand ku di 6ê vê mehê Tebaxê de, di encama sê çalakiyên şervanan de, çekdarekî Feyleq Elşam û du leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û sê çekdar birîndar bûn

    Her wiha di heman rojê de li navenda bajarê Efrînê, di encama armancgirtina polîsên girêdayî artêşa Tirkiyê de, sê polîs hatin kuştin û heft birîndar bûn

    Ji aliyekî din ve, daxuyaniya YPGê ragihand ku artêşa Tirkiyê, li navçeyên Raco, Bilbilê û Şiyê operasyoneke berfireh destpê kiribû, lê bêyî ku bigihêje encamekê, operasyon bidawî bû

  • Êzdiyên Efrînê bi darê zorê diçin limêja misilmanan û malên Elewiyan dibin mizgeft
    17 | 2018-08-09


    Çekdarên koma Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk a dagirker zarokên Êzdî bi darê zorê dişînin mizgeftan û Ketîbeya bi navê El-Hemzet dibistan û malên Elewiyan dikin mizgeft.

    Li gorî ku çavkaniyeke herêmî  ji ajansa Hawarê re ragihaniye, çekdarên koma Feyleq El-Şam, li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa zarokên Êzdî ji malan derdixin û bi zorê dibin mizgeftê. 

    Her wiha  çekdarên koma bi navê El-Hemzet jî, dibistana gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabata kirin dibistana şerîʼetê û tenê dersên ola Islamî lê têne dayîn.

  • Li Serê Kaniyê du bazirganên Heşîşê hatin girtin
    17 | 2018-08-09


    Asayîşa Serê Kaniyê du bazirganên madeya Heşîşê li ser rêbendeke Serê Kaniyê girtin

     

    Çapemeniya asayîşê got ku agahî gihane bîroya sûcên birêxistinkirî ku du kes dixwazin qederekî ji Heşîşê ji Til Temirê derbasî Serê Kaniyê bikin û di encamê de, bi hevkariya rêveberiya rêbendan her du kes hatin girtin

     

    Rêveberekî bîroya sûcên birêxistinkirî  zelal kir ku kîlo û 250 gram bi wan bazirganan re hate girtin û her du tawanbar bo komîteya dozgeriyê hatin şandin.

  • Di salvegera 9emîn a koçkbarkirina Aramê Dîkran de
    17 | 2018-08-08


    Aramê Dîkran, hunermendê Ermen ku piraniya stranên xwe bi Kurdî gotine û ji Rojavayê Kurdistanê dest bi jiyan û stranbêjiyê kiriye

    Bavê Aram ji gundekî Bakurê Kurdistanê, ji ber komkujiyên Osmaniyan derheqê Ermenan reviyabû Rojava û li bajarê Qamişlo sala 1934an, Aram çavên xwe li jiyanê vekirin
     
    Niha, li Rojavayê Kurdistanê, navê Aramê Dîkran  li navendeke çand û hunerê ya bajarê Rimêlanê bûye, ku ji bilî stranbêjiya wî, Aram bûye sembola aştîxwazî û hevjiyanê

    Aram bi zimanekî Kurdî zelal û bi amûra Cimbişê, awazên taybet afirandin, vê yekê hişt şêweyê wî di dîroka stranbêjiya Kurdî de bibe dibistan û rêbaz

    Aramê ku bi zimanên Ermenî, Kurdî, Siryanî, Erebî û Yewnanî strandiye, sala 1966 an, çû Ermenistanê û dora 18 salan di radyoya Dengê Yêrîvanê de kar kir, paşê li Ewrupayê maye û 8ê tebaxa 2009 an, li Yewnanistanê çû ser dilovaniya xwedê

    Aram ji bavê xwe fêrî zimanê Kurdî û hezkirina vî zimanî bûye, ku niha li Rojava jî strana wî ya ji nivîsên Ferîkê Ûsiv, (Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e..zimanê Kurdî) li ser zimanan dimîne

    Di salvegera 9ê ya koçbarkirina Aramê Dîkran, ew dimîne mînaka lêborîn û hezkirinê, hevjiyan û aştiyê ku digot: (Eger hêza min têrê bikira, min ê hemû tank, tiving û çekên ku hene bihelanda û min ê bikira tembûr, cergebez û zirne)

  • Biryarên nû derbarê sala xwendinê de tên standin
    17 | 2018-08-08


    Desteya Perwerdeyê tev Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo destpêkirina sala xwendinê û biryarên nû civîneke fireh li dar dixe

    Hevseroka Desteya perwerdeyê ya herêma Cizîrê Semîra Hac Elî ji Rê Fm re ragihand ku dê sibe civînek berfireh li ser asta herêmê ji bo gotûbêjiya amadekariyên pêwîst ên sala nû ya perwerdeyê, were lidarxistin

    Di civînê de, dê dema vekirina dibistanan were destnîşankirin û gelek biryarên girîng derbarê rêvebirina dibistanan werin derxistin
    Mamosteyên herêma Cizîrê piştî Cejna Remezana borî tevlî perwerdeya meteryalên nû bûbûn
  • Du bumbeyên dengî li Hesekê û Minbicê teqiyan
    17 | 2018-08-08


    Duh êvarî li taxa Neşwayê ya bajarê Hesekê, bumbeyeke dengî teqiya û li gorî agahiyên hatine bidestxistin ti ziyan tine bûn

    Nûçegihanê Rê Fm li bajarê Hesekê got ku bumbe nêzîkî dibistana Eyad Elfehrî li çerxerêya Kehreba teqiyabû û hêzên asayîşê dest bi lêkolînan kirine


    Ji aliyê xwe ve, çapemeniya meclisa leşkerî ya Minbicê ragihand ku bumbeyek li kêleka goristana Şêx Eqîl li Minbicê teqiya


    Heman jêderê diyar kir ku ziyanên teqînê tine bûn, lê aliyên têkildar çend bumbeyên din, li ser rêya Sûka Hal, ji nav kîsên zibalê rakirin


  • Tirkiyê penaberên ji Efrînê agahdar dike ku vegerin
    17 | 2018-08-08


    Şaredariya bajarê Stenbolê hejmarek ji penaberên Efrînê agahdar kirin ku divê ew vegerin gund û bajarên xwe
    Welatiyekî penaber ji Efrînê ku li Stenbolê dimîne ji Rê Fm re got ku şaredariyê jê xwest vegere Efrînê û jê re gotine: (Niha Efrîn herêmeke biewle ye

    Penaberê ku nexwest navê wî eşkere bibe, ji şaredariya Stenbolê re gotibû ku ew dişuxule û niha venagere, lê berpirsê şaredariyê bi rengê gefxwarinê jê re got: (Eger tu heya çend mehan venegerî, cihê te li Efrînê jî namîne û em te li vir jî nahêlin


    Tê zanîn ku çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li Efrînê, dest datînin ser xanî û milkên welatiyan û bi taybetî yên xwediyên wan penaber bûne
  • Komisyona bilind a penaberan: Dema rewşa Sûriyê alîkar be, vegera penaberan bijardeya guncaw e
    17 | 2018-08-08


    Berpirsekî komisyona bilind a penaberan li Urdunê ragihand ku ew bijardeya vegera penaberan guncaw dibînin lê dema rewşa welatê wan  
     alîkar be

    Mihemed Hewarî berdevkê komisyona penaberan li Urdunê ji Rê Fm re got: ʺKomisyonê 21 merc ji bo vegera penaberan danîne, ji wan ewlehî û aramî, derketina efûyeke giştî, çareserkirina rewşa kesên ji leşkeriya neçar reviyayî û pirsa mal û milkên welatiyanʺ

    Hewarî ji malpera Rê Fm re berdewam kir: ʺ60% ji penaberên li Urdunê ji herêma Derʼayê ne û rewş li başûrê Sûriyê ne aram e 
    Berdevkê komisyona penaberan dît ku tevî başiya pêşwazîkirina Urdunê ji penaberan re, lê hin ji wan bi aramanca civandina malbatê û ji ber sedemine din vedigerin


    Tê zanîn ku hikûmeta rêjîma Sûriyê desteyek ji bo vegera koçberan damezirandibû û wezareta berevaniyê ya Rûsyayê vekirina navendên hêsankirina vegera koçberan li Libnan û Urdunê ragihand