KURDÎ

  • QSD: Efrîn navnîşan rêkeftinên dema bê ye
    17 | 2018-08-14
    Berdevkê Hêzên Sûryaya Demukratîk Mistefa Balî ragihand ku dê Efrîn di serê lîsteya her rêkeftinekê de be

    Li ser gotegotên derbarê beşdariya hêzên QSDê di şerê Idlibê de, Balî ji Rê Fm re got: (Çi rêkeftina leşkerî ji bo beşdariya QSDê di şerê Idlibê yan devereke din de bibe, dê Efrîn  navnîşana wê rêkeftinê be)

    Berdevkê QSDê  tekez kir ku heya niha ti rêkeftin nebûye, herwiha amadekarî û gotûbêj jî derbarê rêkeftineke leşkerî nebûne, lê eger di dema pêş de tiştek hebe, dê Efrîn nimreya yek be


  • Asayîşa Rojava bazirganekî madeyên hişbir li Til Hemîs digre
    17 | 2018-08-14
    Duh  Duşemê  li bajarokê Til Hemîs,  hêzên asayîşa Rojava bazirganekî madeyên hişbir girtin û ew radestî komîteya dozgerî  û lêkolînan kirin
     
    Ragihandina asayîşê got ku roja duşemê bîroya tewana birêxistinkirî piştî  çavdêrî û lêkolînan, dikarîbû bazirganekî madeyên hişbir ku pê re 3000 hebên hişbir hebûn, bigre

     Berpirsekî navenda bîroya tewana birêxistinkirî got ku,  bazirgan bo girtina pereyên zêde bazirganiya madeyên hişbir dikir ku zirareke mezin dighîne welatiyên herêmê

  • Donald Trump budceya berevaniyê îmze dike
    17 | 2018-08-14
    Serokê Amerîka Donald Trump  yasaya budceya berevaniyê ya 2019’an ku, dighêje 716  milyar dolar îmze kir

    Donald Trump budceya berevaniyê, ku tê de radestkirina firokeyên cengê yên F-35 bo Tirkiyê bi awayekî demkî radiwestîne, îro  îmze kir

    Li gorî budceya berevaniyê  ger Tirkiyê kirîna muşekên S400 heya sê mehan ji  Rûsyayê ranewestîne, dê radestkirina firokeyên cengê yên F-35 bo Tirkiyê bê sekinandin

    li gorî nirxandinên pisporên siyasî pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka her diçin aloztir dibin

  • QSDê gotegotên derbarê beşdariya wan di şerê Idlibê de derewandin
    17 | 2018-08-13
    Berdevkê fermî yê Hêzên Sûryaya Demukratîk Kîno Gabreyêl gotegotên derbarê beşdariya QSDê di şerê Idlibê de red kirin

    Berdevkê QSDê bi daxuyaniyeke nivîskî got: (Em nerastiya van gotegotan radigihînin, ku em ne di operasyonên Idlibê de beşdar dibin û ne jî hevrêziyeke me bi rêjîma Sûriyê re heye)

    Gabreyêl got ku ew hemû rewş û pêşveçûnên leşkerî li Sûriyê bi giştî dişopînin û bi taybetî herêmên Idlib, Swêda û Heleb, lê operasyonên QSDê yên vê demê ji bo temamkirina qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê ne

  • Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê nêzîk dest bi kar dike
    17 | 2018-08-13
    Heyva Sor a Kurd ragihand ku nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Reqayê meha bê, dikeve kar de

    Di encama karê Heyva Sor a Kurd de li bajarê Reqayê û piştî hevkariya bi rêxistina (UPP) re û piştgiriya hikûmeta Îtalyayê, beşine mezin ji nexweşxaneya Reqayê hatin çakirin

    Heyva Sor a Kurd, piştî rizgarkirina Reqayê ji rêxistina DAIŞê, ji bo dabînkirina dezgeh û saziyên tenduristiyê li bajar û gundewar û kampên Reqayê kar dikir û îro nêzîkbûna pêşwazîkirina nexweşan li nexweşxaneya sereke ragihand

  • MSDê û hikûmeta rêjîma Sûriyê li hev nekirin
    17 | 2018-08-13
    Hevdîtina şanda duyem a Meclisa Sûryaya Demukratîk bi hikûmeta rêjîma Sûriyê re, negiha asta lihevkirinê û ti rêkeftin di dema nêzîk de nayên imzekirin

    Endamê desteya serokatiya meclisa Sûryaya Demukratîk Hesen Mihemed Elî ji Rê Fm re ragihand ku wan dixwest bi milên xizmetguzariyê dest pê bikin, lê lihevkirin pêk nehatiye

    Elî got: (Heya niha lihevkirin tine ye û ti rêkeftin neçûne serî, tenê proje û nerîn tên pêşkêşkirin)

    Endamê serokatiya MSDê dît ku çareseriya pirsa Sûriyê ne wisa hêsan û rihet e, bi du civatan encam dernakevin

    Tê zanîn ku şandeya Meclisa Sûryaya Demukratîk ku berya çend rojan çûbû Şamê, vegeriya Qamişlo bêyî ku encamên zelal ên danûstandinan werin ragihandin

  • Cendirmeyên Tirkiyê li ser sînor welatiyekî Girê Sipî birîndar kir
    17 | 2018-08-12

    Cendirmeyên Tirkiyê li ser sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re, li pêşberî Girê Sipî gule avêtin welatî Ehmed Ismayîl Şahîn ku di encamê de, di lingê xwe de birîndar bû

    Li gorî jêderên ragihandinê, Ehmed ku zeviya xwe li gundê Elmunbetih cot dikir, bi guleyekê birîndar bû û demekê li erdê maye ji ber gulebarandinê rê nedida ku wî rakin, lê dema derfet peyda bû, şervanên erkê xweparastinê ew guhestin nexweşxaneya Girê Sipî

    Ajansa Nûçeyan a Hawarê li ser zimanê bijîşkên nexweşxaneya Niştimanî ya Girê Sipî got ku rewşa birîndarê navborî aram e

  • Şandeyeke Amêrîkî bi serokatiya Wilyam Robak seredana Reqayê dike
    17 | 2018-08-12

     Ajansa Nûçeyan a Hawarê ragihand ku şande bi serokatiya balyozê Amêrîkî yê berê li Behrênê Wilyam Robak, bi meclisa sivîl ya Reqayê re civiya û hevserokên meclisa Reqayê Leyla Mistefa û Ebid Elmihbaş pêşwaziya wan kirin

    Li navenda Meclisa Sivîl a Reqayê, şandeya Amêrîkî bi komîteyên nûavakirina Reayê, komîteya tenduristiyê û ya wizê re civîn li dar xistin

    Tê zanîn ku di 2ê vê mehê Tebaxê de, heman şandeyê seredana bajarê Tebqayê jî kiribû

  • Mayînek li Minbicê bi otombîleke sivîlan de teqiya
    17 | 2018-08-12
    Çapemeniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand  ku di encama teqîna mayînekê de, ziyana madî  giha otombîleke sivîlan û endamên malbatekê – ku zarok di nav wan de hebûn- bi sivikayî birîndar bûn

    Piştî teqîna mayînê, hêzên asayîşa Minbicê, ew dever dorpêç kir û yekîneyên xwe li nava bajêr belav kirin

    Tê zanîn ku ev demek e, bûyerên teqîna bumbe û mayînan li Minbicê dubare dibin, meclisa Minbicê jî dibîne ku armanca şaneyên terorê yên veşartî ew e ku tirsê li nav xelkê belav bikin

  • ?Nakokiyên Amêrîkî-Tirkî..Kî di rojên bê de dixisire
    17 | 2018-08-11
    .Roj bi roj, têkiliyên navbera Amêrîka û hevalbenda wê ya Natoyê de ber bi qonaxeke nediyar ve diçin
    .Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Ardogan ragihand ku gavên Amêrîka li dijî Tirkiyê, dê berjewendî û ewlehiya Amêrîkayê têk bibin

    .Serokê Amêrîkî Donald Tramp jî bi rêya hesabê xwe li ser toreya Twîterê ragihandibû ku têkilî di navbera Amêrîka û Tirkiyê de ne baş in


    Ardogan di gotarekê, di rojnameya "New York Times" de got ku eger Amêrîka li ser helwestên xwe yên (şaş) bimîne, êdî Tirkiyê jî nema rêzê jê re digire û berdewam kir: (Em ê bi gavine yekalî li heval û hevalbendên nuh bigerin

    Heman rojnameyê, "New York Times" duh ragihandibû ku şandeya Tirkiyê ya ji bo çareserkirina nakokiyên her du aliyan seredana Amêrîkayê kiribû, bê encam vegeriya Enqerê


    Derbarê van nakokiyan, çavdêrê siyasî yê Kurd Hisên Omer ji Rê Fm re got ku dibe lihevkirinek di navbera her du aliyan de pêk were, lê daketina nirxê lîreya Tirkî ku di encama destwerdanên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê derketibû, dê bimîne

    Hisên Omer got: (Tê pêşbînîkirin ku şande vegere Waşintonê, û Amêrîka ji gefxwarinên xwe yên eşkere vegere, lê têkilî venagerin weke berê, ji ber ku nakokiyên derbarê danûstandina bi Îranê re û hevalbendiya bi Rûsyayê re hê li qadê berdewam in)


    Ji aliyekî din ve, şirovekarê siyasî D.Mehmûd Ebasî got ku şandeya Tirkiyê ji asta sêyem bû û kêmî asta wezareta karê derve bû

    Abasî ji Rê Fm re got: (Dê dorpêçkirina Amîrîkî li ser Tirkiyê ferehtir bibe, dibe ku têkiliya Tirkiyê bi Natoyê re bigihe asta qûtkirinê).
    Derbarê pêşeroja van nakokiyan jî D.Mehmûd Ebasî  dibêje: (Eger têkilî venegerin weke berê, dê Tikiyê di salên bê de xisarên mezin bibîne – bi kêmayî yên abûrî–û belkî xisaretên siyasî jî bide, ji ber ku Rûsya jî nahêle Tirkiyê di xaka Sûriyê de dom bike)


    Tê zanîn ku xalên bakêş di nakokiyên Amêrîkî-Tirkî de, pirsa herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, doza qesê Amêrîkî û doza oldarê Tirk Fethullah Gulen in