KURDÎ

  • Zarokek li gundewarê Şedadê bi teqîna mayînekê birîndar bû
    17 | 2018-08-18
    Îro, zarokekî 13 salî di encama teqîna mayînekê de li gundewarê Şedadê birîndar bû

    Nûçegihanê Rê Fm li bajarê Hesekê zelal kir ku zarokê bi navê Ehmed Elmûsa, ji gundê Elʼiniz nêzîkî Ebû Fas e, dema ku şivantî dikir, mayînek pê de teqiya û bi giranî di lingê xwe de birîndar bû

    Nûrî Elmûsa bavê zarokê birîndar ji Rê Fm re got ku ew niha li nexweşxaneya Hikmê ya bajarê Hesekê ne, rewşa wî zarokî aram e û ew li benda birînkariyê ne

  • Şêwirmendê wezareta karê derve ya Amêrîkayê seredana Kobanê kir
    17 | 2018-08-18
    Şandeya Hevpeymaniya Navdewletî seredana bajarê Kobanê kir û alavên dermankirinê pêşkêşî nexweşxaneya leşkerî ya Kobanê kirin

    Şandeya ku bi serokatiya şêwirmendê wezareta karê derve ya Amêrîkayê Wilyam Robak bû, ji aliyê berpirsên Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin û li gorî ajansa Hawarê belav kiriye, dê pêşkêşkirina alavên tenduristiyê berdewam bikin

    Di axaftina xwe de, Wilyam Robak got ku alîkariya ji bo birîndarên Hêzên Sûriyeya Demukratîk tiştekî biçûk e, li ber fedekarî û lehengiya şervanan û bi taybetî li bajarê Kobanê

  • Şîrovekarê siyasî Mihemed Hiwêdî: Rêveberiya Xweser ji bo rêvebirina alîkariyên Siûdî bi rê ve bibe
    17 | 2018-08-18
    Pisporê siyasî Mihemed Hiwêdî ji Rê.Fm re tekez kir ku Erebistana Siûdî bo ji nûavakirina herêmên wêranbûyî li bakurê Sûriyê, wê 100 milyon Dolar radestî Hevpemaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bike

    Hiwêdî got ku ev gav rê li ber dewletên din jî wek Imarata Erebî û dewletên Ewrupayê vedike ku di karê nûavakirina Sûriyê de beşdar bibin

    Di berdewamiya axaftina xwe de, Hiwêdî got: (Ev alîkarî bo hemû bajarên ku ji ber terora DAIŞê li bakur û rohilatê Sûriyê ziyan dîtine, bi nerîna min dê Rêveberiya Xweser karûbarên van alîkariyan bi rêve bibe)

    Hiwêdî dît ku tevî karînên kêm ên Rêveberiya Xweser, lê wê dikarîbû di salên borî de tevna civakî li Bakurê Sûriyê biparêze

  • Li Dêrikê Asayîşê kesek bi tuhmeta diziya mîtoran girt
    17 | 2018-08-16
    Asayîşa bajarê Dêrikê, ragihand ku wan duh, dizekî mîtoran di dema diziyê de girt

    Çapemeniya Asayîşê got ku piştî pirbûna giliyên welatiyan derbarê diziya mîtoran, bîroya sûcên birêxistinkirî bi karê lêgerînê rabû û di encamê de kesek di dema hewldana diziyê de hate girtin

    Rêveberekî bîroya sûcên birêxistinkirî eşkere kir ku di lêpirsînan de, ew kes li xwe mukur hatiye ku hejmarek ji mîtoran li Dêrikê dizîne

    Asayîşê got ku kesê tawanbar ji bo komîteya dozgeriyê hate şandin û dê tiştên hatine dizîn, li xwediyên wan werin vegerandin

  • Revandina bêhtir ji 20 welatiyên gundên Gurzêlê û Qestel Kişk
    17 | 2018-08-16
    Jêderekê ji nava Efrînê ji RÊ Fm re ragihand ku duh çekdarên nav li xwe kirine (Polîsên Leşkerî) êrîşî gundê Gurzêlê yê navçeya Şêrewa kirin û hejmarek ji welatiyan revandin

    Heman jêderê got ku amadekarî ji bo xwepêşandanekê li navenda bajarê Efrînê li cem çerxerêya Newroz dibû, lê ji ber belavbûna leşkerên Tirkiyê û erebeyên leşkerî li navenda bajar, xwepêşandan hate sekinandin

    Ji aliyekî din ve, ajansa Hawarê ya nûçeyan ragihand ku hejmara welatiyên ku ji duh ve li gundê Qestel Kişk ê Şera hatine revandin gihaye 16 kesan

  • Balafirên Tirkiyê Şingal topbaran kir
    17 | 2018-08-16
    Endamê Meclisa Êzdî li Şingalê Birêz Herbî ji Rê FM re ragihand ku duh balafirên şer ên Tirkiyê deverên Şengalê û şandeyeke ku seredana gundê Koço kiribû armanc girtin

    Duh, piştî vejandina salvegera cînosayda gundê Koço yê Êzdî ku navên bêhtirî 1000 kuştî û revandî ji xelkê gund hatine belgekirin, balafirên şer ên Tirkiyê xalên Yekîneyên Parastina Şingalê li Bab Şilo û Um Eldîban rojavayê Şingalê armanc girtin

    Malpera Êzdîna ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê şandeyeke YPGê û HPGê ku beşdarî vê salvegerê bûye armanc girt û di nav wê şandeyê de Mam Zekî û çend fermandarên din hebûn

    Heman jêderê diyar kir ku di encama topbarandinê de, mam Zekî bo otombîleke din hate guhestin

  • Zarokekî wendayî ji Qamişlo li mala sêwiyan a Kobanê ye
    17 | 2018-08-15
    Welatiyê Kobanê Mezlûm Begê ji Rê Fm re ragihand ku wî zarokê bi navê Enwer Hisên radestî mala sêwiyan kir
    Li gorî ku zarokê bi navê Enwer Hisên gotiye, ew ji bajarê Qamişlo ye, dê û bavê wî ne li jiyanê ne, lewma ew bi xaltîk û bapîrê xwe re dijiya

    Mezlûm Begê ji Rê Fm re got ku wî ev zarok li Kobanê dît, li kolanê digiriya, li gorî gotina wî xaltîka wî li Qamişlo lêxistiye, ew jî li otombîlekê siwar bû heya li Kobanê daket

    Welatiyê Kobanê dibêje ku wî wêne û navê vî zarokî belav kir û asayîş agahdar kir, lê kesekî lê nepirsî, wî jî ew radestî mala sêwiyan kir

  • 23 çekdarên Tirkiyê lii Efrînê di encama çalakiyên şervanan de hatin kuştin
    17 | 2018-08-15
    Li Efrînê, navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel kuştina leşkerekî Tirk û 10 çekdarên komên ser bi artêşa dagirker ve ragihand

    Li gorî daxuyaniya YPG’ê, di dîroka 12’ê Tebax’ê de li hember koma çekdar ya bi navê Firqet Hemze ya ku li taxa Tirindê ya navenda bajarê Efrîn’ê bicîh bûye, du çalakiyên bi bandor pêk hatin

    Di encama çalakiyan de, 10 çekdar hatin kuştin û herî kêm 20 çekdarên din jî brîndar bûn

    Duh, YPGê bi daxuyaniyeke din her du çalakiyên xwe yên li navçeyên Şera û Mobata jî ragihandibûn n ku di encamê de serçekdarê bi navê Ebdilrezaq Elbekûr li navçeya Mabeta hate kuştin û li navçeya Şera, leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

    Ji aliyê xwe ve, odeya çalakiyan a bi navê (Xezeba Zeytûnê) kuştina çekdarekî koma Sultan Murad li gundê Gûliya ragihand
  • Du leşkerên rêjîma Sûriyê di encama teqandina tunelên Şamê hatin kuştin
    17 | 2018-08-15
    Rawangeha Sûrî ya mafê mirov got ku rêjîma Sûriyê tuneleke taxa Coberê teqand û di encamê de du leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin

    Ajansa Sputnikê li ser zimanê fermandarekî ewlekariya Sûriyê got ku wê tunelê taxa Cober bi Zemelka ve girê dida û ferehiya wê têra derbasbûna kes û erebayan dikir

    Heman jêderê got ku hejmarek tunelên din li taxa Heresta jî, ji aliyê artêşa rêjîma Sûriyê ve hatine teqandin

  • Displîna Leşkerî ya ser bi artêşa Tirkiyê ve du keçên Efrînê revandin
    17 | 2018-08-14
    Çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê ji Rê.FM re raghand ku duh polîsên leşkerî dora seat 1:00ê bi şev, li taxa Zêdiyê ya bajarê Efrînê du keç revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin

    Li gorî heman çavkaniyê , her du keçên bi navên Nazliye Ebdilrehman Nasan -36 salî ye- û Firyal Ebdilehman Nasan -34 salî ye-  ji gundê Xelnêrê yê bajarê Efrînê ne

    Agahiyên berdest dibêjin ku ti sedema girtina her du keçan diyar nebûye û dema dostekî malbatê li wan pirsiye, berpirsên Polîsên Leşkerî ya girêdayî Tirkiyê gotine  ku ew tiştekî li ser wan nizanin