KURDÎ

  • Du dikanên goşt li Qamişlo hatin muxalefekirin
    17 | 2018-08-20
    Îro, komîteya tenduristiyê ya şaredariya Xerbî ya Qamişlo du dikanên goşt muxalefe kirin

    Hevserokên şaredariya bajarê Qamişlo ya Xerbî li sûka bajêr geriyan û cejna Qurbanê li firoşkar û welatiyan pîroz kirin û di heman demê de, komîteya tenduristiyê li ser dikanên goşt geriya da ku çavdêriya nirx û bikêrhatina goştê tê firotin bike

    Şivan Çolî ji ragihandina şaredariyê got ku komîteya tenduristiyê îro du dikan muxalefe kirin ji ber ku şertên tenduristiyê di goştê wan de peyda nedibûn

  • Li Qamişlo kiriya servîsan di rojên cejnê de bû 100 Lîre
    17 | 2018-08-20
    Vê sibê li bajarê Qamişlo, şufêrên servîsan ji bo daxwaza bilinkirina kirê, karê xwe rawestandin û piştî erêkirina daxwaza wan vegeriyane ka

    Şufêrekî xeta taxa Cûdî ji Rê Fm re got ku di rojên cejnê de, ji ber pirbûna otombîlan li nava bajêr û sekinandina li rêbendan, ew nikarin pir caran herin û bên û di encamê de ew di karê xwe de dixisirin

    Derdora demjimêr 10:00ê sibehê, şufêrên xeta taxa Cûdî (Qenatiswês) û paşê yên Enteriyê û şufêrine din, otombîlên xwe sekinandin û ragihandin ku ew bi kirêya berê (50 Lîre) kar nakin

    Di encama vê bûyerê de, pirsgirêkeke mezin li ser rêyan û li navenda bajêr derket ku bi sedan welatiyên dixwestin herin sûkan yan vegerin malên xwe li ser rêyan man, eger kesekî xwestiba bi teksîyekê jî bigihe cihê xwe, şufêrên teksiyên bê xet (Xisûsî) pereyên zêde ji wan distandin

    Ji aliyekî din ve, Ehmed yek ji welatiyên taxa Enteriyê ji Rê Fm re got: (Gotûbêja vê rewşê û biryara derbarê wê, gerek e di rojên borî de ba, lê niha sekinandina xetên servîsan di roja berî cejnê de, ziyaneke mezin digihîne welatiyên ku ji bo pêdiviyên cejnê diçin û tê

    Li dawiyê şufêr agahdar bûn ku daxwaza wan bi cih bû û ew dikarin kirêya 100 L.S îro û sibe bistînin
  • Du welatiyên din ji gundê Kurzêlê yê Efrînê hatin revandin
    17 | 2018-08-20
    Artêşa tirkiyê ya dagirker û çekdarên wê du welatî ji gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrewa bê sedem revandin

     Jêderekî ji gundê Kurzêlê ji Rê Fm re ragihand ku duh çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê her du welatiyên bi navê Ednan Olo Newaf (31) salî û Arif Xoce (25) salî bê sedem revandin

    Heman jêderê diyar kir ku çekdaran her du welatî işkence kirin û ew bi erebeyeke leşkerî ber bi cihekî ne diyar ve birin, her wiha sedemên revandina her du welatiyan eşkere nekirin

    Kiryarên wekî revandin, kuştin û destdanîna ser mal û milkan li dijî sivîlên Efrînê berdewam dibin û ji bo serbestberdana kesên revandî, çekdarên Tirkiyê pereyan ji xwediyên wan dixwazin

  • Li Minbicê bumbeyeke dengî teqiya û ti ziyan tine bûn
    17 | 2018-08-20
    Duh li bajarê Minbicê bumbeyeke dengî teqiya û tu ziyan di encamê de tune bûn

    Jêderekê ji nava bajarê Minbicê ji Rê Fm re ragihand ku nîvê şeva borî derdora demjimêr 12:30'an, kesine nehatine naskirin, bumbeyeke dengî avêtin ser rêya Heleb-Minbicê rojhilatê çerxerêya Şerieʼyê

    Heman jêderê zelal kir ku di encama teqandina wê bumbeyê de tu ziyan çênebûn

    Tê zanîn ku ev demeke, diyardeya bumbeyên dengî li Minbicê û bajarine din belav dibe, weke hewldanekê ji bo belavkirina tirsê di nav xelkê de

  • Asayîşê mezintirîn du bazirganên heşîşa şîn girtin
    17 | 2018-08-19
    Asayîşa Rojava vîdyoya axaftina bazirganekî heşîşê belav kir ku tê de li hevalên xwe mukur tê û dibêje ku kesekî li Tirkiyê  dimîne, jê xwest 80 kîlo heşîşa şîn bifiroşe

    Kesê di vîdyoyê de, xwe bi navê Ibrahîm Mihemed Xelîl ji gundê Elʼehras ê Til Temirê dide nasîn û dibêje ku beriya heşîşa şîn bifiroşe, ew ji aliyê asayîşê ve hate girtin

    Ibrahîm di vîdyoyê de, dibêje ku wî bi bazirganê din re li hev kiribû ku heşîşê radestî wî bike, lê di dem û cihê ku soza hevdîtina wan lê bû, ew hate girtin

  • Şer di navbera du girûpên girêdayî artêşa Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê
    17 | 2018-08-19
    Jêdereke ji nava bajarê Efrînê, ji Rê Fm re ragihand ku derdora demjimêr 4:30ê piştî nîvro, li nêzî sûka gelêrî, şer û pevçûnên giran di navbera çekdarên Sultan Murad û Ehrar Elşerqiyê de qewimîn

    Heman jêderê diyar kir ku leşkerên artêşa Tirkiyê destwerdan kirin, lê paşê wek dîdevan man û çekdarên Sultan Murad qurşîn bi jor ve berdan
    Ta niha, hejamara kuştî û birîndarên her du aliyan nehatiye zanîn û çekdarên li bajêr di amedebaşiyê de ne

    Tê zanîn ku cihê bûyerê nêzî avahiya serya ye ku niha navenda artêşa dagirker aTirkiyê ye

  • Ajovanekî bi otombîla xwe li zarokekî da û reviya
    17 | 2018-08-19
    Li ser rêya bi navê (Rêya Petrolê) tê naskirin, vê sibê ajovanekî ku nehatiye naskirin li zarokekî heft salî da û bi aliyê rêya Til Birakê ve reviya, wî zarokî jî di encama qezayê de, jiyan ji dest da

    Ajansa Hawarê got ku di encama qezaya trafîkê de, zarokê heft salî bi navê Mihemed Elxabûr ji gundê Elgiʼîd jiyana xwe ji dest da

    Heman jêderê zelal kir ku qeza li gundê Salihiyê qewimiye û otombîla bilez ji cureya (Hilux) û bi rengê kesk bû

  • Du birîndar di encama teqîna bajarê Hesekê de
    17 | 2018-08-19
    Îro dengê teqînekê li bajarê Hesekê hat bihîstin û di encamê de  du birîndar hene

    Welatiyekî ji cihê teqînê ji Rê Fm re got ku teqîn ji çerxerêya Panorama ya başûrê bajar û wirde, li ser rêya Ebyed qewimî û di encamê de, du welatî bi giranî birîndar bûn

    Jêderekê ji nexweşxaneya Ezîziyê ji Rê Fm re diyar kir ku birîndarek ji bo nexweşxaneya Niştimanî li Ezîziyê ye û gazinan ji guh û çavên xwe dike

     Heman duktorî zelal kir ku birîndarekî din ku lingê wî hatiye birîn ber bi Qamişlo ve hate guhestin

  • Asayîşê tevgera mîtor û barhilgiran di rojên cejnê de qedexe kir
    17 | 2018-08-19
    Fermandariya giştî ya Asayîşê çend hişyarî ji bo rojên cejna Qurbanê, bi daxuyaniyekê belav kirin

    Piştî pîrozkirina cejnê, Asayîşê qedexekirina tevgera kemyon û sehrîcan di rojên cejnê de ji 19 /8/2018 heya 22/8/2018 ragihand

    Her wiha tevgera mîtoran (di nav de yên leşkerî) ji roja Duşemê 20/8/2018an ta roja Çarşemê 22/8/2018 qedexe kir

    Asayîşê ji bo deriyên sînorî û yên derbaskirinê, tevgera wesayitan rawestand û berdana guleyan ji aliyê hemû hêzên leşkerî û hêzên ewlehiyê ve qedexe kir



     


  • Li Til Birakê ji ber qezaya trafîkê 3 kes mirin û 7 jî birîndar bûn
    17 | 2018-08-19
    Li başûrê navçeya Til Birak a girêdayî  kantona Qamişlo di encama qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn

    Ajansa ANHA ya nûçeyan ragihandin ku,  duh bi êvarê li ser riya Petrolê nêzî stasyona Şêx ku dikeve başûrê navçeya Til Birak,  du erebe Van û Kia Rio li hev qelebîn, di encamê de  3 kes mirin û 7 jî birîndar bûn

    Birîndar bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhastin