KURDÎ

  • Yekîtiya Soryanî: metiryalên xwendinê yên rêjîmê li gorî eydolojî û pîvanên partiya Beʼis hatibûn sazkirin
    17 | 2018-08-24
    Partiya Yekîtiya Soryanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriya metiryalên xwendinê ên Rêveberiya Xweser dikin û xwendina bi zimanê dayikê dipejirînin

    Daxuyaniya encûmena cîbicîkar a partiya Yekîtiya Soryanî ku nisxeyek jê gihişte Rê Fm dibêje ku metiryalên xwendinê yên rêjîmê li gorî eydolojî û pîvanên partiya Beʼis hatibûn sazkirin ku bi  siyaseta erebkirinê dixwestin çand û zimanê Soryanî li Sûriyê bihelînin û wenda bikin

    Partiya Yekîtiya Soryanî got ku armanca xebata wan a sereke, çespandina mafên destûrî bû da ku zimanê Soryanî wek zimanekî niştimanî were bicîkirin û bi taybetî di xwendina zarokên Soryan de

    Di beşekî din de, daxuyaniyê got ku metiryalên rêjîmê danûstandin bi zimanê Soryanî re dikir wek zimanekî olî û di heman demê de, siyaseta qirkirina çanda Soryanî dihate dimeşand

    Li dawiyê, encumena cîbicîkar a Yekîtiya Soryanî piştgiriya xwe bo Rêveberiya Xweser û metiryalên bi zimanê Soryanî nîşan da ku di encamê de, dê nifşekî bîrewer, welatparêz ava bike ku ji nasname û ola xwe hez bike

  • Heyva Sor a Kurd ragihand: Li kampên penaberên Efrînê kêmbûna kadir û dermanan heye
    17 | 2018-08-24
    Endamê rêverberiya Heyva Sor a Kurd Kemal Derbas ji Rê Fm re ragihand ku hin nexweşî li kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê derketin û ji ber kêmbûna kadir û dermanan, zehmetiyên dermankirina wan nexweşan hene

    Derbas zelal kir ku xalên wan li her sê kampan hene, kar ji bo bîrewerîkirinê û parastina ji nexweşiyan tê kirin,  lê ji ber gemarê û sedemine din ,nexweşiyên Sorik, Laşmaniya, êşa zirav û zikêşê li kampên penaberên Efrînê hene

    Rêvebirê Heyva Sor a Kurd got ku carina derman ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanî di rêya Helebê re tê şandin,lê  hin kelem li pêşiya gihandina wan dermanan hene
  • Li Amûdê di encama ketina hêlanekê de du zarok birîndar bûn
    17 | 2018-08-24
    Duh li bajarê Amûdê di encama ketina hêlanekê de du zarok birîndar bûn

    Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Rê Fm re ragihand ku, duh bi şev li parka Amûdê,  du zarok ji ber ketina hêlanekê birîndar bûn

    Heman çavkaniyê da diyarkirin ku, xwediyê parkê hêlan bo cejnê  nû anîbû û ji ber  baş nehatibû tesbîtkirin, ew kete xwarê

    Her du zarokên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û piştî demjimêrekê  ji ber bi sivikayî birîndar bibûn, ji nexweşxaneyê derketin

    Piştî bûyerê Asayîşa Amûdê park girt û dest bi lêkolînan kir

    Tê zanîn  ku beriya du heyvan heman bûyer li parka Xabûr li Hesekê qewimîbû û di encamê de zarokekê jiyana xwe ji dest dabû û zarokine din birîndar bibûn

  • Fermandarekî komeke çekdar destdirêjî bi jina endamekî xwe kir
    17 | 2018-08-23
    Jina çekdarekî koma Sultan Slêman Şah ku navçeya Şiyê dagir dike, çîroka xwe bi Fermandarê wê komê re dibêje

    Jina bi navê Israa Xelîl dibêje ku Ebû Emşa fermandarê koma çekdar a bi navê (Sultan Slêman Şah) çend caran destdirêjî pê kiriye

    Vîdyoya axaftina wê jinê -ku hevjînê wê endamekî heman komê ye- li ser medyaya civakî belav bû û tê de çîroka xwe vedibêje

    Li gorî vîdyoyê, serçekdarê koma (Sultan Slêman Şah) yê bi navê Ebû Emşa çend caran destdirêjî bi wê kiriye û gef xwarine ku hevjînê wê bikuje, her wiha dibêje ku ew ducanî bû û ji ber destdirêjî û lêdanê, barê wê yê sê mehî  ji ber bû

    Jêderekê ji nava Efrînê ji Rê Fm re ragihand ku di encama belavkirina vê vîdyoyê de, tevlihevî di nav çekdaran de derketiye û hin ji wan koman doza sezakirina Ebû Emşa dikin

    Ji aliyekî din ve, wê koma çekdar (Sultan Slêman Şah) bi daxuyaniyekê xwestiye ku jina bi navê Israa Xelîl û hevjînê wê Ebdo Elhesen werin sezakirin, ji ber wan xwestiye rûmet û navê artêşa azad xera bikin

  • Grûpa bi navê (şehîd Rojhat) ragihand ku wan sê alîgirên Tirkiyê kuştin
    17 | 2018-08-23
    Grûpa şervanan a bi navê (şehîd Rojhat) teqîna Efrînê ya beriya du rojan li xwe girt û ragihand ku sê kesên alîgirên Tirkiyê tê de hatin kuştin

    Daxuyaniya koma şervanan ku li ser toreyên medyaya civakî belav bûye dibêje ku ew hejmarek ji ciwanên Efrîn û Helebê ne, wan koma (şehîd Rojhat) a leşkerî damezirandiye û dê leşkerên Tirkiyê, çekdarên bi wan ve girêdayî, xerîbên ku dest danîne ser malên Efrînê û xayinan jî armanc bigirin

    Her wiha daxuyaniyê got ku wan sê kesên xerîb ku dest danîne ser malên Efrîniyan di çalakiya beriya du rojan de li ser rêya Efrîn-Raco kuştin

    Hêjayî gotinê ye ku duh navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel ragihandibû ku ew di ber çalakiyên grûpên bi navên cuda de ne berpirsyar in

  • Zarokek li Cerablusê bi destê çekdarên Tirkiyê hat işkencekirin
    17 | 2018-08-23
    Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyê li Cerablusê  zarokê bi navê Ehmed Xazî işkence kirin û pereyên wî jê standin

    Çavkaniyekê ji bajarê Cerablusê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê  re ragihand ku zarokê 14 salî Ehmed Xazî, duh li ser destên polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirkiyê rastî işkenceyê hatiye

    Heman çavkaniyê zelal kir ku çekdaran pereyên wî zarokî û motoskilêta û telefona wî jê standin û bi awayekî hovane ew işkence kirine

    Tê zanîn ku li tevahiya deverên ku di bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê de ne, kiryarên bi vî rengî li dijî sivîlan tên kirin

  • Amerîkî ji bo DAIŞê û Îranê li Sûriyê dimînin
    17 | 2018-08-22
    Amerîkayê ragihand ku mana hêzên Amerîkî li Sûriyê bi hebûna rêxistina DAIŞê û hêzên Îranî ve girêdayî ye

    Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Amerîkayê John Bolton ragihand ku derfet ji bo qewitandina hêzên Îranî ji Sûriyê peyda dibe û bandora sezayên rêveberiya Trump li ser Îranê pir çalak bû

    Derbarê rola Rûsyayê di berdewamiya hebûna hêzên Îranê li Sûriyê, Bolton got: (Di Sûriyaya ku cengê parçe kiriye de, Rûsya asê maye, Rûsya li hineke din digere ji bo nûavakirina Sûriyê...Ev derfetek e ku fişar li Rûsyayê bibe da ku Îraniyan ji wir derbixe)

    Her wiha, Bolton eşkere kir ku di lûtkeya Hilsinkî de, serokê Rûsyayê Fladîmêr Potîn ji serokê Amerîkayê Donald Trump re gotibû ku ew nikarin hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê bi dawî bînin, tevî ku berjewendiyên Rûsya û Îranê li Sûriyê ji hev cuda ne
  • YPGê ragihand: Çalakiyên li ser medyaya civakî ku bi navên cuda tên belavkirin, ne yên me ne
    17 | 2018-08-22
    Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku ew tenê bi navê xwe û di malpera xwe ya fermî de, çalakiyên xwe belav dikin

    Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê, îro bi daxuyaniyekê got ku him komên girêdayî Tirkiyê, him jî hinek komên din ku bi navên cudacuda di hundirê Efrînê de çalakiyan pêk tînin, nûçeyên çalakiyan bi rêya medyaya civakî parve dikin

    Çapemeniya YPGê eşkere kir ku agahiyên wan derbarê hinek ji van koman hene ku bi îstîxbarata dewleta Tirk ve girêdayî ne

     Her wiha daxuyaniyê domand: (Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwedî li hemû çalakiyên xwe derdikevin û van çalakiyan li ser malpera xwe  www.ypgrojava.org bi raya giştî re parve dikin. Ji bilî van, tu çalakiyeke ku li ser navê me bi rêya medyaya civakî tê parvekirin ne çalakiyên me ne)

    Tê zanîn ku di dema dawî de, grûpên bi navên cuda derketin ku çalakî li dijî komên çekdar û sivîlên bi Tirkiyê ve girêdayî belav dikirin û hin ji agahiyên wan ne rast jî derketin

  • Li bajarê Efrînê du bombe teqiyan
    17 | 2018-08-22
    Duh li navenda bajarê Efrînê du bombe li ser riya Reco teqiyan.  Çavkaniyekê ji cihê teqînê ji Rê Fm re ragihand ku, duh êvarê di seat 8:00'an de  du bombe li ser riya Reco teqiyan

    Heman çavkaniyê da diyarkirin ku bombeyek di hawiya zibalê de li kolana Raco nêzî (Şirîketa El-Herem) hatibû bicihkirin , bombeya din jî di heman demê de  li aliyê din  ê kolanê teqiyan

    Di encama teqîna her du bombeyan de, tenê zirarên madî gihiştin  dikanên derdora teqînê û keçek ji ber tirsa teqînê rakirin nexweşxaneyeke bajêr

    Wê çavkaniyê got, beriya teqînê dispilîna leşkerî ya artêşa Tirkiyê li cihê teqînê bû

  • Li Reqayê teqîn pêk hat
    17 | 2018-08-21
    Li Reqayê di encama teqînekê du kes birîndar bûn

    Duh duşemê,li bajarê Reqayê, bombeyek ku li ser rê hatibû dayîn teqiya

    Ajansa Hawarê belav kir ku teqîn di saet 20:00‘an de li nêzî parka El-Beyda ya navenda bajarê Reqayê pêk hat, di dema derbasbûna  dewriyeke Hêzên Hawarî ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn de

    Di encama teqînê de jinek û zarokek birîndar bûn,herweha
    ziyan gihişt erebeya Hêzên Hawarî, bê ku tiştek bi endaman were