KURDÎ

  • Berpirsê rêbendên Feyleq Elşam û çekdarekî din hatin kuştin
    17 | 2018-08-26
    Navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku şervanên wan li Efrînê du çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê li Mabeta û Bilbilê armanc girtin

    YPG bi daxuyaniyekê got ku di encama kemînekî li ser rêya Mabeta de, roja 19ê vê mehê Tebaxê, çekdarê Elcebha Elşamiye Mihemed Erdewan hat kuştin

    Her wiha, çapemeniya YPGʼê diyar kir ku roja 24ê vê mehê, berpirsê rêbendan di koma Feyleq Elşam de Xalid Eltahir di kemînekî şervanan de hat kuştin

    Li dawiyê, daxuyaniyê eşkere kir ku şervanên bi her du çalakiyan rabûne, bi selamet vegeriyan navendên xwe

  • Qonaxa duyemîn a tîmên bijartî yên fotbolê bi dawî bû
    17 | 2018-08-26
    Duh Şemiyê, yariya dawîn ya qonaxa duyemîn ji lehengiya (Tîmên Bijartî yên Bakurê Sûriyê) di navbera her du tîmên Reqa û Minbicê de birêve çû

    Li yarîgeha Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo, tîma Minbicê serkeftina xwe ya yekemîn tomar kir û bi 5 golan beramberî 3ʼyan, zora tîma Reqayê bir

    Tê zanîn ku tîma bijartî ya herêma Cizîrê, bi 6 pointan pileya yekem ya lehengiyê girt û dê Pêncşemê 30ʼê Êlûnê qonaxa sêyemîn dest pê bike


  • Şêwirmendê Hevpeymaniya Navdewletî: Em heta bidawîbûna DAIŞʼê û vekişandina hêzên Îranê li Sûriyê dimînin
    17 | 2018-08-26
    Şêwirmendê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞʼê Wilyam Robak ragihand ku dê hêzên wan demeke dirêjtir li Sûriyê bimînin heya bidawîbûna rêxistina DAIŞê û vekişandina hêzên Îranê û hevalbendên

    Robak di civîneke çapemeniyê de li bajarokê Şedadê, hevdîtina bi meclisa Şedadê re bi (ya berhemdar) pesin da ku gotûbêj derbarê pirsgirêkên girêdayî warên tenduristî, xwendin û kehrebê bûn

    Ajansa Hawarê ya nûçeyan got ku şandeya Hevpeymaniyê serdana bajarokê Dişêşe jî kir û dîtin çawa navenda wî bajarokî hatiye wêrankirin û çerxerêya li navendê, ji aliyê DAIŞê ve,wek qada bidarvekirinê dihate bikaranîn

    Heman jêderê zelal kir ku şandeya Hevpeymaniyê soza alîkariyan ji deverên rizgarkirî re daye meclisa Şedadê
  • Destpêka sala xwendinê ya 2018-2019'an diyar bû
    17 | 2018-08-26
    Îro, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê destpêkirina sala xwendinê ya 2018-2019'an li dibistanên girêdayî Rêveberiya xweseriya Demokratîk ragihand

    Li gorî daxuyaniyê dewama îdarî, dê di 02.09.2018 û dewama şagirt û xwendekaran di 09.09.2018'an de dest pê bike

    Li ser projeya îsal a xwendinê, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec  Elî ji Rê Fm re ragihandibû ku, dê sîstema xwendinê heya refa 11'an bi zimanê dayîkê were meşandin
  • li Girkê Legê asayîşê dizek girt
    17 | 2018-08-26
    Asayîşa Rojava li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku, hêzên wan dizekî malan li bajarokê Girkê Legê, gir

    Bîroya sûcên birêxistinkirî piştî lêkolîn, çavdêrî û komkirina agahiyan dikarîbû kesê diz nas bike û wî di mala wî de bigire

    Berpirsekî navenda bîroya sûcên birêxistinkirî eşkere kir ku, piştî lêpirsînê, kesê tewanbar li xwe mikur hat û hemû tiştên hatine dizîn li xwediyên wan hatin vegerandin

    Li gorî asayîşê da xuyakirin 2 milyon û  400 hezar lîreyên Sûrî, 13510  dolar, 100 Yoro, 6 bazinên zêr, 2 gustîlk, 2 gerdenî û guharekî zêr hatibûn dizîn
  • Şûnwarên Efrînê tên dizîn û navên gundan tên tetrîkirin
    17 | 2018-08-25
    Welatiyê bi navê Selah Kênco ji gundê Beradê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ji ajansa Hawarê re ragihand ku, dewleta Tirkiyê  alavên pêşketî yên keşfkirina metalan ji çekdaran re dişîne

    Selah Kênco got, çekdarên artêşa Tirkiyê deverên şûnwarî lêkolîn dikin û li madeyên weke zêr, zîv û polat digerin û wan dest bi kolandina gund kiriye

    Ji aliyekî din ve artêşa Tirkiyê navê gundên Efrînê jî  diguherîne

    Çavkaniyekê ji Rê Fm re ragihand ku, artêşa Tirkiyê navê gundê Qestela Miqdêd ê girêdayî navçeya Bilbilê kir Selcûq Obasî, navê gundê Kotana ku ji heman navçeyê ye, kir Zafêr Obasî û navê gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrewa kir Cexer Obasî

    Navên gundan bi her du zimanênTirkî û Erebî hatine daliqandin

  • Tîma Ewail Şehba bû lehengê lîgeya Berxwedana Serdemê
    17 | 2018-08-25
    Di lîgeya Berxwedana Serdemê ya foltbolê de, tîma Ewail Şehba bû leheng

     Duh maça dawî ya lîgeyê li lîstgeha Kampa Serdemê di navbera tîma Ewail Şehba û Werdiyê de pêk hat

    Tîma Ewail Şehba bi 3 golan  beramber 2 golan bi serket û bi vê yekê lîstikvanên tîma Ewail Şehbayê xelata lîgeyê wergirtin

    Lîgeya Berxwedana Serdemê ya fotbolê ji beriya meh û nîvekê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ve bi beşdarbûna 12 tîmên ji Efrîn û Şehbayê dest pê kiribû

  • Du gundên Dirbêsiyê hatin paqijkirin
    17 | 2018-08-25

    Şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê bi kampîna (Paqijî çanda me ye) du gundên bajarê Dirbêsiyê paqij kirin

    Şaredariya gel a bajarê Dirbêsiyê duh gundên Kerbetlî û Til Eylûl ên girêdayî bajarê Dirbêsiyê, paqij kirin

    Nivîsgeha ragihandinê ya Şaredariya Dirbêsiyê ragihand ku, şaredariyê gemara kombûyî ya hemû zibilê lawiran bû, bi alavên paqijiyê rakirin

    Nivîsgehê diyar kir ku, wan ew zibil hindek li nav zeviyan belav kir û yê din jî di kortekê de  binax kirin

    Hêjayî gotinê ye ku, gelê Dirbêsiyê bi alavên xwe xwebexişî alîkariya  şaredariyê kirin

  • Du çekdarên koma Ehrar El Şerqiyê hatin kuştin
    17 | 2018-08-25
    Duh li navenda bajarê Efrînê çekdarên koma Ehrar El Şerqiyê bi hev ketin û du çekdar ji hev kuştin

    Çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê ji Rê Fm re ragihand ku, duh bi şev demjimêr 8:00 çekdarên koma Ehrar El Şerqiyê ji ber sedemine nehatine naskirin bi hev ketin û ji hev du çekdar kuştin

    Heman çavkaniyê diyar kir ku, navên çekdarên kuştî Macid Elhesûn û Ebû Munîr in û çekdarê bi navê Ebû Elxamid Elşihêlawî birîndar bû

    Tê zanîn ku  çekdarên koma Ehrar El Şerqiyê  beriya çend rojan bi hev ketibûn û ji hev 2 çekdarên din kuştibûn

  • Êzdiyên Şengalê cejna Cimayiya Şerfedîn pîroz dikin
    17 | 2018-08-24
    Îro êzdiyên Şengalê  li mezargeha Şerfedîn cejna "Cimayiya Şerfedîn" pîroz kirin û mezargeh nû kirin

    Îro ku roja duyemîn a cejna Cimayiya Şerfedîn e, bi sedan xelkê Êzdî li Şengalê berê xwe dan mezargeha Şerfedîn

    Li gorî rêûresma cejna Şerfedîn, pêşî mezargeh tê nûkirin, piştre xwarin tê pêşkêşkirin û şahî tê lidarxistin

    Cejna  Cimayiya Şerfedîn ji aliyê bawermendên Êzdîtiyê ve rojeke pîroz tê naskirin û her sal bi xweşî û şahî tê pîrozkirin

    Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê di 3'ê Tebaxa 2014'an gelek caran bo rûxandina mezargeha Şerfedîn êrîşî kirin, lê ew armanca xwe bi temamî bicih neanîn