KURDÎ

  • li Hesekê bombeyek berî ku biteqe hate pûçkirin
    17 | 2018-08-29
    Hêzên Asayîşê li bajarê Hesekê bombeyek berî ku biteqe pûç kir

    Ajansa Hawarê ya nûçeyan ragihand ku îro li bajarê Hesekê, piştî giliyê şêniyên taxa Tel Hacerê ku li ser dîwarê Kenîseya Aşûriyan sindoqeke biguman  heye, hêzeke asayîşê berê xwe da cihê bûyerê û bombeya ku tê de hatibû bicihkirin, pûç kir

    Tê zanîn ku di dema dawî de, dîtin û teqîna bombeyên dengîn û yên kujdar li bajarê Hesekê zêde bûne

  • Rêveberiya yaneya Cîhad bi komî dest ji kar berdan
    17 | 2018-08-29
    Duh, sêşemê rêveberiya yaneya Cîhad bi komî rawestandina karê xwe ragihandin

    Serokê yaneya Cîhad Rêber Misewer ji Rê FM re ragihand ku ji ber biryarên sitemdar û kiryarên serokê komîteya cîbicîkar ya şaxê Hesekê Mistefa Şakirdî , wan dest ji kar kişand

    Misewer diyar kir: ʺ Yekîtiya werzişê ya Sûriyê biryar dabû ku yariyên grûpa tîmên(Cîhad,Amûdê û Cizîrê) li bajarê Helebê birêve biçin, lê Mistefa Şakirdî bê ku yaneya Cihad agahdar bike, ji yekîtiya werzişê xwest ku yariyên grûpê li bajarê Hesekê werin lîstin

    Serokê yaneya Cîhad Rêber Misewer eşkere kir ku hûrguliyên istîqala Rêveberiya Cîhad, dê îro li ser rûpela fermî ya yaneyê werin belav kirin

  • Yekemîn dewreya komendosê li herêma Firatê
    17 | 2018-08-29
    Hêzên Sûriyaya Demokratîk dewreya yekemîn a komendosê li herêma Feratê dest pê kir

    Duh li Ên Îsayê li akademiya Komendos dewreya yekem a bi navê Ş. Şiyar Efrîn bi tevlîbûna 60 şervanî dest pê kir

     Li gorî malpera fermî ya QSDê, dê şervan li ser gelek warên bikaranîna çekan, avjenî,  hunerên şerkirinê weke (keretê û teykwendo) û her wiha bikaranîna kêrê,  perwerdeyê bibînin. Perwerde şeş mehan wê dirêj bike

    Hêjayî gotinê ye ku merasîma destpêkirina dewreyê bi tûrana leşkerî dest pê kiribû û gelek fermandarên leşkerî yên QSD'ê beşdarî merasîmê bûn

  • Ezmûneke amadebaşiya hêzên awarte li pêş nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî li Reqayê
    17 | 2018-08-28
    Îro, tîmên rewşên awarte û hawarçûna lezgîn (EMT) ên girêdayî asayîşa Reqayê, rahênaneke amadebaşiya endamên xwe li navenda bajarê Reqayê pêşkêş kirin

    Fermandariya giştî ya Asayîşê, nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞʼê, rêveberiya tîmên awarte û rûspiyên herêmê li van rahênan beşdar bûn

    Tîmên navborî, karên hawarçûn û ishafê li ser erdê pêşkêş kirin ku çawa agir vemirînin û birîndaran ji teqîn û bobelatan xelas bikin

    Çapemeniya Asayîşê zelel kir ku tîmên rewşên awarte û hawarçûna lezgîn(EMT) di milên karên mirovane û parastina sivîlan de kar dikin
  • Şaredariya bajarê Qamişlo firotina çigare û vexwarinên mestkirinê bo zarokan qedexe kir
    17 | 2018-08-28
    Bi biryarnameyeke giştî, şaredariya xerbî ya bajarê Qamişlo ragihand ku firotina çigare, ergîlê û vexwarinên sermestkirinê bo zarok û nûhatiyên kêmî 18 saliyê, li hemû dikan, xwaringeh û parkan tê qedexekirin

    Şaredariyê di berdewamiya biryarnameyê de hişyarî da ku kesê berovajî biryarê van madeyan bifiroşe zarokan, dê rastî lêpirsîn û muxalefeyên madî were

    Tê zanîn ku di dema havînê de, hejmara serdançiyên park û seyrangehan zêdetir dibe

  • Deriyê Zanîngeha Kobanê ji tomarkirina navên xwendekaran re vebû
    17 | 2018-08-28
    Zanîngeha Kobanê îro dest bi tomarkirina navên xwendekaran kir û dê tomarkirin heta 13`ê Êlonê bidome

    Rêveberê zanîngeha Kobanê Kemal Elbesrawî  ji Rê Fm re ragihand, ku beşên di zanîngehê de tên xwendin û xwendekar dikarin  ji bo van beşan navên xwe tomar bikin ev in: fekulteya zanistên bingehîn(Fîzya- Kîmiya- Bîrkarî û Biyolojiye) Fekulteya Wêje (wêjeya Kurdî û wêjeya Erebî) ne

    Her wiha Elbesrawî  diyar kir ku  îsal dê du beşên nû li zanîngehê werin zêdekirin ew jî Wêjeya Erebî li Girê Spî dê were vekirin û Biyolojiye ye

    Xwendekarên ku bawernameya amedehî girtine dikarin navên xwe tomar bikin, her wiha di her beşekî de 5 kursî ji zarokên şehîdan re hatiye cuda kirin

    Tê zanîn ku Zanîngeha Kobanê sala borî di 10.12. 2017`an de hate vekirin
  • Komên zibalê li taxên başûrî Hesekê bihtir dibin
    17 | 2018-08-27
    Xelkê nahiya başûr a bajarê Hesekê li taxên Neşweya rojhilat, Neşweya rojava û Xiwêranê, ji ber kombûna gemarê li kolanan û di nav malan de, gazinan dikin

    Nûçegihanê Rê Fm li bajarê Hesekê ragihand ku hemwelatî ji bihna gemarê û dîmenên belavbûna wê li ser riyan, gelek nexweşiyê dibînin

    Ebdilkerîm Zêdan hemwelatiyek ji taxa Neşweyê ye, ji nûçegihanê me re got: (Şaredarî bi ereka xwe baş ranabe û ta niha bermîlên zibalê jî li taxan tune ne)

    Ji aliyê xwe ve, berpirsa beşa paqijiyê li nahiya başûr a bajarê Hesekê Xezel Sîno ji Rê Fm re got ku rewşa paqijiyê li nahiya başûr ne baş e û sedem ew e ku alavên paqijiyê kêm in û alavên xerabûyî jî nayên çêkirin

    Nûçegihanê me, bi rêya wêneyan diyar kir ku rewşa komên zibalê li nahiyeya başûr a Hesekê ta niha wiha ma ye

  • Asayîşê du bazirganên pereyên sexte li bajarê Hesekê girtin
    17 | 2018-08-27
    Duh, asayîşa bajarê Hesekê du bazirganên pereyên biyanî yên sexte girtin

    Çapemeniya asayîşê got ku piştî wergirtina giliyan derbarê belavbûna pereyên sexte, endamên bîroya sûcên birêxistinkirî bi hevrêzî bi asayîşa Sotoro re, çavdêriya bîroyên serfkirinê li taxa Eskerî kirin û di encamê de, her du kesên tawanbar hatin girtin

    Asayîşê zelal kir ku 20 hezar dolar ji pelika (100 $)bi wan kesan re hatin girtin, paşê ew ji bo komîteya dozgeriyê hatin şandin

  • Projeya çakirina kehrîzên Tilkoçerê bidawî bû
    17 | 2018-08-27
    Di projeya çakirina kehrîzên Tilkoçerê de, karê paqijkirina boriyan bi dirêjahiya 1000 metreyî û danîna boriyên nuh bi dirêjahiya 500 metreyî bidawî bû

    Rêveberê projeyê Ebid Elmiflih ji Rê Fm re ragihand ku ji 14ʼê meha borî ve, wan dest bi kar kir û niha bidawî kirin , xercî 9 milyon û şeş sed û deh hezar bûn
     
    Elmiflih di axaftina xwe de zelal kir:( Ji bilî boriyan, 100 rîgar hatine paqijkirin û di encamê de, niha xet amade ye ku bikeve kar de

    Projeya paqijkirina kehrîzan, xizmeta xelkên taxên bajarokê Tilkoçerê dike ku beriya niha kehrîz bi carekê re li tevahiya taxan hatibûn girtin
  • Aldar Xelîl: TEV-DEM bi hemû awayan, piştgiriya Meclisa Sûryaya Demokratîk dike
    17 | 2018-08-27
    Li navenda Aram Tîgran a çand û hunerê  li bajarokê Rimêlanê kongireya asayî ya Tevgera Civaka Demokratîk dest pê kir

    Nûçegihana Rê Fm ragihand ku şandeyên Meclisa Sûryaya Demokratîk, partî û rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyê û hevserokên desteya rêveber a TEV-DEM`ê di destpêkirina kongireyê de beşdar bûn

    Hevserokê Desteya cîbicîkar a TEV-DEMʼê Aldar Xelîl di gotina xwe de got ku rêjîma Sûriyê bi ramanên xwe yên zordariyê, rê neda ku opozisyonek durist derkeve, her wiha opozisyonê jî nikarîbû gel bi rê ve bibe, di encamê de destwerdanên derve dest pê kirin û Sûrya bû cihê kirîzên hundirîn û herêmî û navdewletî

    Di gotina xwe de, Xelîl ragihand ku TEV-DEM bi hemû awayan, piştgiriya Meclisa Sûryaya Demokratîk dike ku bibe mineseya herî mezin ji pêkhateyên Sûryayê re

    Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de, berpirsên TEV-DEMê radigihandin ku dê di kongireyê de, biryarên cidî û guhertinên mezin derkevin