KURDÎ

  • Aldar Xelîl: Dê partiyên TEV-DEMê bi şêwazekî din karê xwe bibandor bikin
    17 | 2018-08-31
    Hevserokê berê yê desteya cîbicîkar a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl ragihand ku partiyên berê di nava TEV-DEMê de kar dikirin, dê derveyî çarçoveya berê, xwedî roleke bibandor bin

    Aldar Xelîl got ku partî û hêzên siyasî di nava MSDê de hene ku xwedî ked û hêjayî rêzgirtinê ne, her wiha partiyên di nava TEV-DEMê de jî hene, ji mafê wan e ku xwedî rol bin û rêxistinên bi rengê hevbendiyan ava bikin

    Ji aliyekî din ve, Xelîl bi rêya axaftineke vîdyoyê ji ajansa Hawarê re zelal kir ku li herêmên derveyî Rojava ku hatine rizgarkirin, meclisên medenî ava bûne, ji ber wê, pêwistî bi rêveberiyeke hevbeş heye ku herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê bi rêve bibe û nabe aliyekî siyasî bi tena xwe rahêje vî barî

  • Dî Mistora amade ye biçe Idlibê
    17 | 2018-08-31
    Şanderê Neteweyên Yekbûyî  ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ragihand ku ji bo dabînkirina korîdoreke mirovî li Idlibê ew amade ye biçe wir

    Dî Mistora duh li Cinêvê got ku ji ber artêşa Sûriyê dê dest bi operasyonekê ber bi Idlibê  ve bike,  divê berî operasyonê korîdoreke mirovî were vekirin,  ji bo xelkên li Idlibê derbasî herêmên biʼewle bibin

    Ajansa AFP'ê ya Firansî ragihand ku di civîneke rojnamevanî de, Dî Mistora diyar kiriye ku ger pêwîst bike ji bo vekirina korîdoreke mirovî û derbaskirina sivîlan ber bi herêmên biʼewle ve, ew ê bi xwe biçe Idlibê
  • Li Efrînê du leşkerên Tirk û du çekdarên Elhemzat hatin kuştin
    17 | 2018-08-31
    Navenda ragihandin û çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî got ku di dîroka 29’ê  vê meha Tebaxê de yekîneyeke wan, li gundê Berbenê yê girêdayî navçeya Racoyê çalakiyek li hember bendeke kontrolê ya hevbeş a artêşa tirkiyê û koma Firqet Hemze, pêk anî

    Daxuyaniyê domand: ʺDi encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên Firqet Hemze hatin kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûnʺ

    Tê zanîn ku, duh navenda ragihandin û çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyeke din encama rêzeçalakiyên bibandor li gundên Biyê û Kefer Nebo yên navçeya Şêrewa ragihandibû ku tê de 19 çekdar kuştibûn
  • Li Efrînê 26 welatî hatin revandin
    17 | 2018-08-31
    Artêşa Tirkiyê ya dagirker û komên pê ve girêdayî, duh li gundên Efrînê hejmarek welatî revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin

    Çavkaniyekê ji gundê Meriskê yê girêdayî navçeya Şera ji Rê Fm re ragihand ku, duh  komên Sultan Murad û Cebhe El Şemiye ên girêdayî artêşa Tirkiyê, 25 welatiyên gund revandin û ber bi cihên ne diyar ve birin

    Çavkaniyeke din ji nava bajarê Efrînê ji Rê Fm re ragihand  ku , duh sibê polîsên leşkerî ên girêdayî artêşa Tirkiyê welatiyê bi navê Kemîran Nebî   yê ji gundê Cûqê, tevî erebeya wî (Kia) revandin

    Heman çavkaniyê diyar kir ku, polîsên leşkerî erebeya Kemîran Nebî û 2 milyon jê stand û piştî demjimêrekê ew serbest berdan

  • Kayhan Kalhor hêjayî xelateke cîhanî hat dîtin
    17 | 2018-08-30
    Hunermendê Kurd ê ji Rojhelatê Kurdistanê Kayhan Kalhor hêjayî xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Stern a 2008ê hatiye dîtin

    Kalhor di sala 2017ê de, xelateke din wergirtibû ku xelata Grammy ya 59ê para wî bû û berhemên wî wek (Baştirîn albûma mûzîkê li cîhanê) hatin binavkirin

    Mûzîkjenê Kurd Kayhan Kalhor sala 1963yê li Kirmanşana rojhelatê Kurdistanê hatiye jiyanê û li amûrên kemençe, tembûr, sêtar û şahkemanê dide

  • Hêzên asayîşê 4 bazirganên şûnwaran girtin
    17 | 2018-08-30
    .Duh êvarê hêzên asayîşê, li Til Temirê 4 bazirganên entîkeyên şûnwarî girtin

    Asayîşê li ser malpera xwe ragihand ku hêzên bîroya sûcên birêxistinkirî bi hevkariya hêzên ewlehiyê, dikarîbûn 4 bazirganên ku yek  ji wan jin bû, li ser rêya Serê Kaniyê û Til Temirê bigirin

    .Asayîşê got ku, bi her 4 bazirganan re komek ji entîkeyên kevnare hebûn

     .Tê zanîn ku hêzên asayîşê  di Tebaxa derbasbûyî  de, li bajarokê Çelaxa endamên toreyeke tehrîba şûwaran girtin

  • Hefteya duyemîn ji lehengiya nûhatiyan bi dawî bû
    17 | 2018-08-30
    Duh Çarşemê, yariyên hefteya duyemîn ji qonaxa hatinê ya lehengiya nûhatiyan bo yaneyên herêma Cizîrê hatin lîstin.
    Encamên ku duh hatin tomarkirin wisa bûn:
    Yariya tîma Ciwanên Baz li gel tîma Aştî bi hevsengî (1-1) bi dawî bû.
    Tîma Berxwedan li hember tîma Qamişlo (2-0) bi ser ket.
    Tîma Senadîd zora tîma Biratî bir bi encama (1-0).
  • YPGê ji bo tola du şehîdên xwe, 19 çekdarên Tirkiyê kuştin
    17 | 2018-08-30
    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel şeva borî, rêzeçalakiyên bibandor li gundên Biyê û Kefr Nebo yên navçeya Şêrawa li dar xistin.

    Çapemeniya YPGê got ku di encama pevçûnên sîngesîng de, 10 çekdarên Firqet Hemze li gundê Biyê hatin kuştin û qederek çek hatin desteserkirin.

    Daxuyaniya YPGê zelal kir ku li heman deverê, erebeyeke leşkerî hate armancgirtin û 5 çekdarên girêdayî Tirkiyê tê de hatin kuştin.

    Her wiha li ser rêya di navbera gundên Biyê û Kefer Nebo de du erebeyên leşkerî hatin rûxandin ku yek ji serçekdarên Feylaq El Şam bi navê Xalid Elebîd û 4 çekdarên din, tê dehatin kuştin û hejmarek din brîndar bûn.

    Navenda Çapemeniya YPGê ragihand ku ev çalakî bi armanca tolhildana du hevalên wan yên ku di dîroka 9’ê Tebaxê de li gundê Biyê hatibûn şehîdxistin.
  • 30 term ji hewşa mizgefteke Reqayê hatin guhaztin
    17 | 2018-08-29
    Tîma destwerdana destpêkê, 30 term ji hewşa mizgefta kevin a bajarê Reqayê guhaztin goristanan

    Ajansa Hawarê ya nûçeyan ragihand ku ji 50 heya 80 cenaze li ba wê mizgeftê veşartî ne û bi amadebûna malbatan, ew bo goristanan têne guhestin

    Hêjayî gotinê ye ku xelkên Reqayê ji ber dorpêçkirina çekdarên DAIŞê ji hin taxan re, di demekê de nikarîbûn bigihêjinn goristanan, lewma wan miriyên xwe li pişt sûra Reqayê li derdora vê mizgeftê vedişartin

  • Rastiya daxwazên Suryanên Qamişlo
    17 | 2018-08-29
    Duh li taxa Wista ya bajarê Qamişlo, hejmarek ji kesan derketin xwepêşandanekê û nepejirandina xwe bo metiryalên Rêvberiya Xweser ên bi zimanê Suryanî ragihandin

    Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê ragihand ku di encama hewldana nûnerên Suryan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku keysebaziya hin kesan li dibistanên taybet kêm bikin û zimanê metiryalên bi zimanê Suryanî derbasî xwendinê bibin, alîgirên rêjîma Sûriyê û hin keşeyan xwestin ku tevlihviyekê li bajarê Qamişlo derbixin

    Komeleya çandî ya Suryanî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan mamosteyên xwe şandibûn dibistanên taybet ên girêdayî kenîseyan ji bo gotûbêjkirina awayên derbaskirina metiryalên zimanê Suryanî bo dibistanan

    Daxuyaniyê got ku pirtûk ji aliyê saziya Olf Taw ve hatine amadekirin û armanc çespandina mafê gelê Suryan û zimanê wî ye, ne girtina dibistanan û rawestandina xwendinê ye

    Komeleya çandeyî ya Suryanî derbarê tevliheviya ku duh li pêşiya dibistana Elemel a bajarê Qamişlo çêbû, got ku hin alî dixwazin fitneyê û xirakirinê bikin

    Ji aliyê xwe ve, desteya perwerde û fêrkirinê li herêma Cizîrê ragihand ku bûyera roja borî tekez dike ku ev dibistan ji aliyê rêjîmê ve têne birêvebirin û hin kes wan weke projeyên diravî ji xwe re dibînin