Home KURDÎ / Date : 2018-08-07 / viwe : 792
Mistefa Balî ji Rê Fm re: Em ji bo alîkariya hemû sivîlên Sûriyê yên di destê DAIŞê de amade ne


Berdevkê QSDê Mustefa Balî ragihand  ku ew ji bo serbestberdana tevahî  girtiyên Sûrî, ne tenê girtiyên Siwêdayê amede ne
Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriyeya  Demokratîk ragihandibû ku ji bo serbestberdana  sivîlên Siwêdayê, ew amede ne ku alîkariyê bikin

Berdevkê QSDê Mustefa Balî ji Rê Fm re got: '' Ev nasnameya  exlaqî ya hêzên me dide xuyakirin, li hember revandina sivîlên Sûriyê ji hêla terorîstan ve.''

Her wiha Balî diyar kir: '' Hêza me tekez kiribû ku her aliyê dikare danûstandina bi rêxistina Terorê re, ji bo veguhertina revandiyên Sûrî,  bikin 

 Em jî ne tenê ji bo revandiyên Siwêdayê, lê ji bo tevahî Sûriyên hatine ravandin bi tevahî pêkhateyên wê ve,  em amede neʺ
       Ev daxuyanî hat piştî kuştina ciwanekî 19 salî ku çekdarên DAİŞê ew di 25'ê Tîrmehê de ji gundekî Siwêdayî revandibûn